• Wednesday, 11 February 2026
logo

HDP nebûna xizmetguzariya bi zimanê Kurdî dibe parlamentoyê

Gulan Media January 14, 2020 Nûçe
HDP nebûna xizmetguzariya bi zimanê Kurdî dibe parlamentoyê
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Parlamentoya Tirkiyê derbarê nebûna xizmetguzariya wergêra bi ‎zimanê Kurdî li Firokexaneya Stenbolê de daxwaza ravekirinê dike.‎

Parlamentera HDPê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş mijara pêşkêşkirina xizmetguzariyê bi 36 ziman û 80 ‎zaraveyan li Firokexaneya Stenbolê û nebûna xizmetguzariya bi zimanê Kurdî li wê firokexaneyê veguhest ‎parlamentoyê û daxwaz ji Wezîrê Guhestin û Jêrxana Tirkiyê Mehmet Cahit Turhan kir ku bersiva ‎pirsan bide.‎

Parlamentera HDPê dibêje: “Li Firokexaneya Stenbolê bi awayekî berfireh xizmetguzariya ‎wergerandinê bi 36 ziman û 80ê zaravayan tê pêşkêş kirin. Ligel ku zêdeyî 20 milyon welatiyên Kurd li vî ‎welatî dijîn, li sektora guhestinê û sektorên din ên giştî rê li ber bikaranîna zimanê dayîkê tê girtin û ev jî ‎mînakeke din e.”‎

Daniş Beştaş herwiha diyar kiriye, ew welatiyên ku bi zimanê Tirkî nizanin rûbirûyê gelek ‎pirsgirêkan dibin, bi taybetî li cihekî hestyar wek firokexaneyê û dipirse, “gelo Kurd ne welatiyên vî ‎welatî ne? Çima rûbirûyê ferq û cudahiyê dibin?”

Rudaw
Top