• Tuesday, 10 February 2026
logo

Parêzgarê nû yê Şamê: Em ne li dijî Îsraîlê ne, em dixwazin pê re aştiyê pêk bînin

Gulan Media December 28, 2024 Nûçe
Parêzgarê nû yê Şamê: Em ne li dijî Îsraîlê ne, em dixwazin pê re aştiyê pêk bînin

Parêzgarê nû yê Şamê, ragehand: “Dibe ku Îsraîl piştî rûxandina rejîma Esad xwe bi fikar hîs kiribe, ji ber hin komên çekdar dema ku pêşde çûn, hindek navçeyên wan bombebaran kirin, ew metirsî xwazayî ne.”

Piştî hilweşîna rejîma Esed, Îsraîlê çend cihên stratejîk li Sûriyê kiriye armanc û wêran kirin, piranî jî baregeh û cihên leşkerî yên artêşa şikestî ya Esedin.

Parêzgarê nû yê Şamê di derbarê metirsiyên Îsraîlê de ji bo Radyoya Netewî ya Amerîkayê re ragehandiye: “Ti tirsa Sûriyê ji Îsraîlê nîne, pirsgirêk ne bi Îsraîlê re ye.”

Amaje bi wê jî kir: “Gelê Sûriyê alîgirê aştiyê ye û dixwaze ji pevçûnan dûr bisekine. Em ne li dijî Îsraîlê ne. Em dixwazin bi wê re aştiyê pêk bînin."

 

Basnews

Top