• Wednesday, 11 February 2026
logo

Almanya: Hêzên biyanî ji Iraqê vekişin, DAIŞ dê bihêz bibe

Gulan Media January 14, 2020 Nûçe
Almanya: Hêzên biyanî ji Iraqê vekişin, DAIŞ dê bihêz bibe
Wezîrê Derve yê Almanyayê ragihand, heger hêzên biyanî ji Iraqê vekişin, dê DAIŞ li wî welatî bihêz bibe. Hişyariyê jî dide, DAIŞ ne tenê li ser Iraqê, belkû li ser tevahiya herêmê û Ewropayê jî metirsî ye.

Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas ragihand, pêwîst e destkeftên şerê DAIŞê bêne parastin, ji ber wê wek Hevpeymaniya Navdewletî girîng e ew li ser erkên xwe li Iraqê berdewam bin.

Diyar kir jî, ew niha bi Hikûmeta Iraqê re di guftûgoyan de ne, ji ber ku ew dibîjin, pêwîst e hêzên navdewletî li Iraqê bimînin û girîng e bi Iraqiyan re rûbirûyî DAIŞê bibin.

Perlemana Iraqê roja 5ê vê mehê bê amadebûna Fraksiyonên Kurdistanî û hejmarek ji Fraksiyonên Sune, projeyasaya derkirina hêzên biyanî ji Iraqê pesend kiribû.

Herwiha Maas got jî: Di çend hefteyên bûrî de, DAIŞê karî çendîn êrîşan bike û tirs heye bi vekişandina bilez a hêzên navdewletî re, DAIŞê bihêz bibe û êrîşên xwe li Iraqê zêdetir bike, ev jî ne tenê li ser Iraqê, belkû li ser tevahiya herêmê û Ewropayê jî metirsî ye û divê rê li ber were girtin.

K24
Top