Muhsin Rizayî: Em dixwazin Iraq bibe welatekî serbixwe!
Serokê dezgeha destnîşankirina berjewendiyên Îranê, Muhsin Rizayî di civîneka rojnamevanî de ragihand, ewê li dijî Amerîka şer bikin hetanî ku tevahiya hêzên wî welatî ji Iraq û Rojhilata Navîn derxînin.
Rizayî, ku beşdarî merasima şîna Qasim Sulêymanî û Ebû Mehdî Mihendis bibû, her wiha got, dibêjin Îran destê xwe dixe nav karên Iraqê. Ew rast nîne. Em dixwazin Iraq bibe welatekî serbixwe û hêzên biyanî jê derkevin!
Basnews
