Mesrûr Barzanî li ser ketina balafira Azerbaycanê peyamek belav kir
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamek di derbarê ketina xwarê ya balafira xeta esmanî ya Azerbaycanê de belav kir.
Serokê Hiûmetê Mesrûr Barzanî di peyamekî de li ser hejmara xwe ya fermî Xê de belav kiriye: “Ez pir xembar bûm bi bihîstina bûyera trajîk a balafira di nav bera Bako û Groznî.”
Serokê Hİkûmetê herwaha got, “Ez di vê dema dijwar de, şirîkê xema qurbanî û kesûkarên wanim.”
Balafireke turîstîk a sivîl a Azerbaycanê roja Çarşemê li Qazaxistanê ket xwarê û ji 67 kesên tê de 25 kes hatin rizgar kirin.
Basnews
