Xwepêşandan û nerazîbûnên li Îranê berfirehtir dibi
Li gor girte video û wêneyên ku hatine belav kirin, xwepêşandanên xelkê Tehranê duh êvari berfireh bûne û li Qada Azadî û şeqamên Muîm, Cenah û derdora zankoya Emîrkebîr a Tehranê xelkekî zêde kombûye û li dijî berpirsên hikûmetê dirûşman davêjin.
Li gor zanyariyên belav dibin derveyî Tehranê, Meşhed, Ehwaz, Îsfahan, Tewrêz, Gurgan, Sine, Kirmaşan, Şîraz, Qezwên, Sîminan, Damxan, Yezd, Şahrûd, Amûl û Babul jî xwepêşandan hene.
Li hember xwepêşandanan hêzên ewlehiya Îranê bi tundî radiwestin û gazên rondikrêj davêjin xelkê.
Basnews
