• Wednesday, 11 February 2026
logo

Hevpeymaniyan karwaneke din a alîkariyan ji HSDê re şand

Gulan Media January 13, 2020 Nûçe
Hevpeymaniyan karwaneke din a alîkariyan ji HSDê re şand
Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê karwaneke din ya alîkariyên serbazî derbasî Rojavayê Kurdistanê dike.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Hevpeymaniya Navdewletî karwaneke din a serbazî ku ji 50 barhilgirên kelûpelên serbazî û lojistî pêk tê, derbasî navçeyên HSDê li Rojavayê Kurdistanê kir.

Da zanîn, 50 barhilgir di deriyê sînorî yê Sêmalka re derbasî navçeyên HSDê bûn, ji tenker û otombîlên serbazî hilgirtibûn.

Ji destpêka sala 2020an ve, Hevpeymaniya Navdewletî ji bilî van 50 barhilgiran, nêzîkî 300 barhilgirên alîkariyên serbazî derbazî navçeyên HSDê kirine.

K24
Top