• Wednesday, 11 February 2026
logo

Peyama Serok Barzanî ya bo cejna ji dayikbûna Îsa Mesîh

Gulan Media December 25, 2024 Nûçe
Peyama Serok Barzanî ya bo cejna ji dayikbûna Îsa Mesîh

Hêviya xweşî û şadiyê bo wan dixwaze.

Serok Barzanî bi minasebeta cejna ji dayikbûna hezretê Îsa Mesîh peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku ev jî naveroka vê peyama hane;

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi minasebeta serê sala nû ya zayînî û cejna ji dayikbûna hezretî Mesîh (silavên xwedê li ser wî bin) germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû xûşk û birayên mesihiyên li Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim û hêviya şadî û bexteweriyê ji bo wan dixwazim.

Bi vê minasebetê tekez li ser bihêztir kirina çanda bihevre jiyanê û birayetiya di navbera pêkhatên Kurdistanê dikim û hêviya wê yekê jî dixwazim xûşk û birayên me yên Mesîhî (Krîstiyan)hemû cejn û helkeft û xweşiyên xwe li aramî û tebayiyê da bi rê bikin. Hêvîdarim ev helkeft destpêkek bê ji bo pêkhatina aştî û aramiya li navçeya me û hemû cîhanê da.

Mesûd Barzanî

24.12.2024

Top