Parêzgeha Selahedîn – Ji ber teqîna bombeyekî DAIŞê 4 kes hatin kuştin
Duh 23.12.2024ê ji ber teqîna bombeyekî kevin a DAIŞê li bakurê parêzgeha Selahedînê 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gor Kanal 4 a Iraqê, li gundê Mezre ya li qeza Bêcî ya li bakurê Selahedînê, 4 kes di teqîna bombekeyekî kevin a DAIŞê de hatin kuştin.
Li gor zanyariyan qurbaniyên bûyerê mijûlê rakêşana elektrîkê bûne ji bo zeviyekî çandiniyê û nezanîne ku paşmayên bombe û teqemeniyê yên DAIŞê li wê navçeyê hene.
Basnews
