• Wednesday, 11 February 2026
logo

Raporteke Amerîkî: Iraq yek ji welatên herî metirsîdar e ji bo mesîhiyan

Gulan Media December 24, 2024 Nûçe
Raporteke Amerîkî: Iraq yek ji welatên herî metirsîdar e ji bo mesîhiyan

 Rojnameya Washington Times ragihand ku li Iraqê çewsandina mesîhiyan û ewên ku ola xwe bo Mesîhiyê guhertine, di asteke bilind de ye.

Li gor raportê, Jeff King, serokê Rêxistina Giringîdana  Netewî ya Xirîstiyan, behsa wê kiriye ku çewsandina Xiristiyanan û weên ku ji Îslamê ve bûne Mesîhî li Iraqê di astên cuda de xwe dibînin, di nav de hemû cûreyên zordestiyê wek tundûtûjî, revandin û kuştin heye.

Di raporê de li gorî Open Doors, behsa metirsiya herî mezin a welatan bo pêyrevaniya ola Mesîhî hatiye kirin û amaje bi wê haye ku Iraq welatê herî metirsîdar ê 16emîne.

Di binpêkirina azadiya olî de zextên malbatî û civakê, gefxwarin, îstîsmar, dûrxistin, kuştin, destnedayîna mîras û beşdarnebûnê jî hene.

King’ê amaje bi wê jî kiriye, ku rêxistina terorîst a DIŞIê berê êrişî herêmên Xiristiyanan kiriye û ziyaneke mezin gihandiye can û malên peyrewên olê ku pêwîstiya wan bi qerebû û çaksaziyê heye.

 

 

Rudaw

Top