Artêş û hikûmeta Lîbyayê agirbest ragehandin
Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan û serokê Rûsyayê Vladimir Putin daxwaz ji her du aliyên şer dikin kirin, ku şer rawestînin û pirsgirêkên xwe bi aştiyê çareser bikin.
Piştî daxwaza her du serokan artêşa niştimaniya Lîbyayê ku Xelîfe Hefter serokatiya wê dike, îro 12.01.2020ê demjimêr 01:00ê agirbest li rojavayê welat ragehand.
Piştî artêşa niştimanî agirbest ragehand, hikûmeta wîfaqa niştimaniya Lîbyayê jî agirbest ragehand.
Tirkiye piştevaniyê li hikûmeta wîfaq a niştimaniya Lîbyayê dike ku ew hikûmet li Lîbyayê ji aliyê rêveberên Îxwan El Muslimîn ve hatiye pêkanîn.
Welatên Siûdiye, Îmarat, Misir û Behrên jî Îxwan El Muslimîn xistine lîsteya terorê û piştevaniyê li artêşa niştimaniya Lîbya û Xelîfe Hefter dikin.
Basnews
