Asayişa Rojava derbarê bomberana Tirkiyê de daxuyaniyek belav kir
Binkeyeke serbazî li navçeya dikeve bakurê Tirbespiyê îro ji aliyê firokeyeke bê pîlot a artêşa Tirkiyê ve hatibû bombebarankirin.
Peyamnêra Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê derbarê wê û bûyerê de ragihandibû ku binkeyeke hêzên Erkê Xweparastinê li wê navçeyê bûye armanca bomberana firokeya Tirkiyê.
Li gor zanyariyên peyamnêra Rûdawê, firokeyeke bê pîlot a Tirkiyê fewceke Erkê Xweparastinê ku dikeve rojavayê Tirbespiyê bombebaran kir.
Derbarê wê bombebaranê de Hêzên Ewlekariya Navxwe ya Bakur Rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) jî daxuyaniyek belav kir.
Li gor daxuyaniya asayişa Rojavayê Kurdistanê, binkeyeke kevn a Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku berî niha şervanên HSDê jê vekişayabûn, li nêzikî gundê Dokir li navçeya Tirbespiyê ji aliyê firokeya bê pîlot a Tirkiyê ve hatiye bombebarankirin.
Di daxuyaniya asayişê de hatiye belavkirin ku hejmareke xelkê sivîl ên li nêzî wê navçeyê di encama bombebaranê de birîndar bûne.
Di çarçova rêkevtina Soçî ya di navbera Rûsya û Tirkiyê de ku piştî êrişa grûpên çekdar û artêşa Tirkiyê bo ser Rojava pêk hatibû, HSDê ew binkeyên li ser xeta sînor vala kiribûn û şervanên xwe bi kurahiya 30 kîlometran ji sînorê Bakur dûr xistibûn.
Rudaw
