Wezîrê Derve yê Urdinê geheşt Şamê
Piştî serdana Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan, îro 23.12.2024ê Wezîrê Derve yê Urdin Eymen Sefdî geheşt Şam a paytexta Sûriyê.
Wezareta Derve ya Urdinê beyanameyekî belav kir û ragehand; Îro Wezîrê Derve yê Urdinê digehe Şamê û li gel serokê îdareya nû ya Sûriyê Ehmed Şera dê bicive. Lê armanca serdanê aşkera nekir.
Li gor zanyariyên berdest, demek kurt berî naha Wezîrê Derve yê Urdinê geheşt Şamê û ji aliyê Ehmed Şera ve pêşwazî lê hate kirin.
Piştî hilweşîna rejîma Beşar Esed, ev yekem serdana Wezîrê Derve yê Urdinê ye ji bo Şamê.
Urdin hemsînore li gel Sûriyê û mesafeya navbera sînoran 375 kîlometre ye.
Basnews
