• Wednesday, 11 February 2026
logo

Fermandarekî din yê heşda şebî hate kuştin

Gulan Media January 12, 2020 Nûçe
Fermandarekî din yê heşda şebî hate kuştin
Fermandarê lîwaya Kerbela bûye
Çapemeniya Îraqê li ser zarê çekdarên heşda şebî belav kir ku duhê bi şev Fermanderekî din yên mezin yê çekdarên heşda şebî li Bexdayê hatiye kuştin.

Jêder behsa vê yekê kirine ku ev Fermandar yê ku navê vî Talib Saêdiye, Fermandarê lîwaya Kerbela ya heşda şebî bûye û duhê bi şev ji aliyê çekdarên nenas ve li Rojhilatê Bexdayê hatiye kuştin.



Top