Almanya: Iraq daxwaz bike em dê hêzên xwe vekişînin
Piştî biryara parlamentoya Iraqê ya derbarê derxistina hêzên serbazî yên biyanî ji wî welatî Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas dibêje, ew bo şerê dijî DAIŞê li Iraqê ne û dûr nabîne ku eger ji Iraqê vekişin DAIŞ bi awayekî derdikeve, dubare dest bi êrîşan dike li Ewropayê.
Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas got: “Dikarim bibêjim eger Hevpeymaniya Dijî DAIŞê Iraqê bicîh bihişta, DAIŞê dikarî bi awayekî xwe organize bike, şiyana wê hebe li Ewropayê careke din dest bi êrîşan bike, em dixwazin li Iraqê bimînin û alîkariya wî welatî bikin, daku li ser şerê DAIŞê berdewam bin, lê her biryarek bê derxistin pêbendê wê dibin, bêguman hêzên xwe yên serbazî li ser daxwaza xelkê Iraqê ji wî welatî vedikişînin.”
Di 5ê Çileya 2020an de bi amadebûna 168 parlamenteran parlamentoya Iraqê, biryara derxistina hêzên biyanî ji wî welatî pesend kir.
Rudaw
