• Wednesday, 11 February 2026
logo

Amerîka li ser destesekirina Balyozê Brîtanya li Tehranê hate deng

Gulan Media January 12, 2020 Nûçe
Amerîka li ser destesekirina Balyozê Brîtanya li Tehranê hate deng
Peyvdara Wezareta Derve ya Amerîka Morgan Ortagus di twîttekê de ragihand, rêjîma Îranê Balyozê Brîtanya li Tehranê desteser kiriye û divê Îranê daxwaza lêborînê ji Brîtanyayê bike.

Morgan Ortagus diyar kir, desteserkirina Balyozê Brîtanya li Tehranê, binpêkirina yasayên navdewletî ye, ku dîrokeke Îranê ya kevin bi vê yekê re heye.

Peyvdara Wezareta Derve ya Amerîka daxwaz kir jî, divê Îranê daxwaza lêborînê ji Brîtanyayê bike.

Duhî rêjîma Îranê bo heyana 3 demjimêran Balyozê Brîtanya li Tehranê desteser kir, bi bihaneya ku hanê dide xelkê xwepêşandanan bikin.

Li gor ajansa “BBC”, Balyozê Brîtanya li Tehranê çûye nava wê xelkê ku hevxemiya xwe ji qurbaniyên firokeya Ukraynî re derbiriye, lê piştre ew kombûn bûye xwepêşandan, Balyozê Brîtanya jî di dema vegerê de hatiye destserkirin.

Top