• Wednesday, 11 February 2026
logo

Balyozê Brîtanyayê yê li Îranê hate girtin

Gulan Media January 12, 2020 Nûçe
Balyozê Brîtanyayê yê li Îranê hate girtin
pişt re hatiye azadkirin
Duhê bi şev di dema xwepîşandanên li Tehranê de ku li dijî rejîma Îranê hatibûn organîzekirin, balyozê Brîtanyayê yê li Tehranê hate destgîr kirin.

Balyozê Brîtanyayê duhê bi şev çûbû nava xwepîşanderan û piştgîriya Brîtanyayê bo xwepîşanderên Îranê kiribû û ji aliyê hêzên ewlekarî yên Îranê ve hatibû girtin.

Jêder behsa vê yekê kirin ku piştî demekê balyozê Brîtanyayê hatiye azadkirin.

Piştî vê bûyerê Brîtanya dilgiraniya xwe diyar kir û eşkere kir ku lazime Îran daxwaza lêbûrînê bike.

Ji aliyeke din ve jî Amerîka piştgîriya xwe bo xwepîşanderên Îranê diyar kir û ragihand ku lazime Îran daxwaza lêbûrînê ji Brîtanyayê bike.
Top