ENKS: Jeffery çareseriya krîza Sûriyê û mafê Kurd tê de li Cenêvê dibîne
Endamê Desteya Serkirdayetiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriye (ENKS) Feysel Yûsif beşdarî bernameya “Rojev” a K24ê bû û derbarê hevdîtina bi Şanderê Amerîka yê taybet bo Sûriyê James Jeffery ragihand, wan di civînê de metirsî û dilgiraniya xwe derbarê pirsa guhartina demokgrafî ya li Efrînê çê bûye û li Girê Sipî û Serê Kaniyê çê dibe nîşan da û wan daxwaza piştevaniyê di vê derbarê ji Amerîka xwast.
Diyar kir jî, “James Jeffery di civînê de hevtêgihîştina bi Tirkiyê re îmze kirine nîşanî me kir û xwend, ku tê de hatiye tekezkirin, divê Tirkiye xelkê wê deverê di cihê xwe de bihêle û xelkê jê koçber bûye bi aramî vegerîne wê deverê. Jeffery da xuyakirin ku ew çavdêriya rewşê dikin û dê hewl bidin ku guhartina demografî çê nebe.”
Herwiha da zanîn jî, wan ji Jeffery daxwaz kir, alîkariyên mirovî bigihînin koçberên Serê Kaniyê û Girê Sipî.
Li ser dîtina Amerîka ji çareserkirina pirsa Kurd di Sûriyê de, Feysel Yûsif got, Amerîka heta niha çareseriyê di proseya Cenêvê û Komîta Destûrî de dibînin. Jeffery amaje bi wê jî da, rêjîma Sûriyê astengiyan di pirsê de çê dike, ji ber wê jî Amerîka bi riya Rûsya re fişarê dike, ta ev prose biçe serî û tê de mafê hemû pêkhateyan bê parastin.
Feysel Yûsif tekez kir jî, Amerîka bi riya pêwendiyên bi Serok Barzanî re, ENKSê dosta xwe ya siyasî di hundirê Sûriyê de dibîne.
Derbarê yekrêziya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê de, Feysel Yûsif diyar kir, Amerîka dixwaze yekrêziya Kurdî hebe. ENKS her dem yekrêziyê dixwaze û kar ji bo wê dike, lê di pileya yekem de yekrêziya Kurdî bi HSDê ve girêdayî ye, ka heta ku dikare baweriyê ava bike.
Li ser daxuyaniya HSDê ya derbarê çarenivîsa windakiriyên ENKSê de, Feysel Yûsif diyar kir, heta niha ti pêşketin di dosya windakiriyan de çê nebûye ku ENKS bikare tiştekî li ser ava bike. Divê ev pirs ne tenê li ser ragihandinê be, divê gavên praktîkî bêne avêtin û çarenivîsa wan diyar diyar bibe. ENKSê dibîne ku hîna daxwazên wê nehatine bicihkirin.
K24
