• Wednesday, 11 February 2026
logo

Tenê serkirdeyekî Rojhilata Navîn agahdarî plana kuştina Sulêymanî bû

Gulan Media January 12, 2020 Nûçe
Tenê serkirdeyekî Rojhilata Navîn agahdarî plana kuştina Sulêymanî bû
Rojnameyeke Amerîkî amaje bi wê dike, berî kuştina Qasim Sulêymanî, Amerîkayê tenê serkirdeyekî Rojhilata Navîn derbarê plana kuştina Sulêymanî de agahdar kir.

Rojnameya New York Times ragihand, Netanyahu take serkirde bûye ku ji aliyê Mike Pompeo, Wezîrê Derve yê Amerîkayê ve berî kuştina Qasim Sulêymanî plana kuştina Sulêymanî ji wî re hatiye gotin.

Li gor wê rojnameya navbirî, Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu hatibû agahdarkirin ku Amerîka mijûlî dariştina plana kuştina Qasim Sulêymanî ye. Jibilî Netanyahu ti berpris an serkirdeyekî din ê Rojhilata Navîn li ser vê bûyerê nehatibûn agahdarkirin.

Nexşeya kuştina Qasim Sulêymanî, 18 meh berî niha ji aliyê Amerîkayê ve hatibû dariştin. Ew jî di demekê de bû ku John Bolton wê heyamê Şêwirmendê Asayişa Niştimaniya Amerîkayê bû. Bolton bo vê pirsê li gel CIAyê hemahengî hebû û wan ew nexşe kiribûn projeyeke sereke.

Roja 3ê vê mehê, Qasim Sulêymanî, Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran û Eu Mehdî Muhendis, Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî û hejmareke fermandarên Supaya Pasdaran û Heşda Şeibî li ber firokexaneya Bexdayê ji aliyê firokeya bêpîlot a Amerîkayê ve hatin kuştin.

Dezgeha Istixbareta Îsraîlê li Sûriyê çirke bi çirke zanyariyên istixbaretî dane Ajansa Istixbareta Navendî ya Amerîkayê li ser tevger û geştên firokevanî yên Qasim Sulêymanî.

Rojnameya Haaretz jî ameje bi wê dike, çend kesan derbarê geşta asmanî ya Qasim Sulêymanî bo Bexdayê li firokexaneya navdewletî ya Şamê zanyarî gihandin CIAyê.

Hikûmeta Iraqê 4 kes desteser kirine ku guman li ser heye destê wan di wê bûyerê de hebe û du kes ji wan karmendên firokexaneya Bexdayê ne û du jî karmendên hêla asmanî ya Cham Wings a Sûriyê ne.

Rudaw
Top