• Wednesday, 11 February 2026
logo

Endamê Encûmena Parêzgehê: Kerkûk pêwîstî bi hêza Pêşmerge ye

Gulan Media January 11, 2020 Nûçe
Endamê Encûmena Parêzgehê: Kerkûk pêwîstî bi hêza Pêşmerge ye
Endamê encûmena parêzgeha Kerkûkê Ciwan Îhsan ragehand, pêwîstiya Kerkûkê bi hêza Pêşmergeyên Kurdistanê heye û neveşart ku piştî kuştina Qasim Silêmanî rêxistina terorîst a DAIŞê çalaktir bûye.

Ciwan Îhsan ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ji ber kuştna Qasim Silêmanî hemû aliyên peyvendîdar ên Iraqê naha mijûlin û naha DAIŞ li derdora Kerkûkê xwe birêxistin kiriye û dest bi tevgera leşkerî kiriye. Gelek caran jî êrîşên leşkerî dikin ser hêzên Iraqê û çend efserekî hêzên Iraqê hatin kuştin û birîndar bûne. Bê guman ev belgeya herî başe ku Iraq bixwe tenê nikare tekoşînê li gel DAIŞê bike.’’

Herwaha got: ‘’Artêşa Iraqê naha pişta xwe bi du hêzan girêdaye, hêzên hevpeyman û hêzên Pêşmerge. Lê naha ew her du hêz li Kerkûkê nemane, hêzên Iraqê nikarin bi tenê tekoşînê bi DAIŞê re bikin. Ji ber berê DAIŞ bi hêzên hevpeyman ve hat têkbirin. Ji ber wê eger DAIŞ di her rewşekî de êrîşî hêzên Iraqê bike dê çekên xwe daynin.’’

Ciwan Îhsan got: ‘’Naha hêzên Iraqê pêwîstiya wan bi hêza Pêşmerge heye, lê hêzên Iraqê ji ber hizra şoven û difin bilindiya xwe şerm dikin vê rastiyê ji hêza Pêşmerge re bilêv bikin. Ji ber di rewşa naha de hêzên Iraqê pêwîstiyeke mezin bi hêza Pêşmerge heye ku alîkariya wan bike.’’

Herwaha got: ‘’Rêxistina terorîst a DAIŞê derveyî bajar û bajarokên Kerkûkê xwe birêxistin kiribe, naha nav bajarê Kerkûkê şaneyên wê yên veşartî berfireh bûye û belge jî ev e ku rojane Amerîkî nav Kerkûkê de DAIŞiyan digrin. Ji ber wê jî DAIŞ dema lambeya kesk pêbixe, bi asanî nav bajarê Kerkûkê çalakiyên wan pêktên.’’

Basnews
Top