Şandên Hikûmeta Herêmê û Bexdayê civiyan
Serokê Hikûmeta Iraqê yê karbirêker Adil Abdulmehdî îro bi serokatiya şandekê gihîştibû Hewlêrê û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve pêşwazî lê hatibû kirin.
Biryar e Adil Abdulmehdî û şanda Hikûmeta Iraqê bi serkirdeyên Kurd li Herêma Kurdistanê jî bicivin.
Adil Abdulmehdî bi berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê re rewşa niha ya Iraqê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û dîtina çareseriyekê ji krîza niha re guftûgo dike.
