Baregeha Barzanî nûçeyeka çend malperên kurdî û erebî red kir
Baregeha Barzanî di daxuyaniyekê de bersiva çend malperên kurdî û erebî da ku gotibûn, Serok Mesûd Barzanî çend roj berê destpêşxeriyek bo çareserkirina kirîz û aloziyên Iraqê arasteyî aliyên Iraqî kiriye lê ji aliyê şîeyan ve hatitye redkirin.
Di daxuyaniya Baregeha Barzanî de hatiye gotin ku ew nûçe derew in ji ber ku Barzanî ti destpêşxeriyek nekiriye da ku were redkirin.
Basnews
