• Wednesday, 11 February 2026
logo

Arteşa Tirkiyê bi operasyoneke nû li dijî PKKê dest kir

Gulan Media January 11, 2020 Nûçe
Arteşa Tirkiyê bi operasyoneke nû li dijî PKKê dest kir
Arteşa Tirkiyê li dorûbera gundên Mêrdînê li dijî gerîlayên PKKê dest bi operasyoneke nû dike.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand, operasyonên bi navê “Kiran” ên li dijî gerîlayên PKKê hatine temamkirin û niha jî wan dest bi operasyonên bi navê “Kapan-1 Bagok” kirine.

Arteşa Tirkiyê di meha Tebaxa 2019 de ragihandibû, operasyona bi navê “Kiran 2” û li dorûbera gundên Batman, Şirnex û Mêrdînê bi rê ve diçe.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê diyar kir jî, operasyona “Kapan-1 Bagok” li dorûbera gundên Mêrdînê bi rê ve diçe û nêzikî hezar serbazî tê de beşdar dibin.

Di çarçoveya operasyonê de hejmarek çek û teqemenî û alavên jiyanê yên gerîlayên PKKê hatine desteserkirin. Herwiha 13 kes jî bi tohmeta alîkarîkirina PKKê hatine desteserkirin.

K24
Top