• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serokê herêmê û Fermandarê hêzên hevpeymanan civiyan

Gulan Media December 18, 2024 Nûçe
Serokê herêmê û Fermandarê hêzên hevpeymanan    civiyan

Stayîşa rola herêma Kurdistanê di şerê dijî DIŞIê de hate kirin.

Duh li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Fermandarê hêzên hevpeymaniya cîhanî dijî DIŞIê li Îraqê û Sûriyeyê Jeneral Kevin Leahy kir.

Di civînê de ku, wezîrê karûbarên pêşmerge jî têde beşdar bû, giftûgo derbarê pêşhatên rewşa ewlekarî ya Îraq û Sûriyeyê hate kirin û herwiha di çarçoveya hewlên bo ji nav birina DIŞIê û paşmayiyên DIŞIê tekez li ser bihêztir kirina hevkarî û hevahengiya navbera hêzên pêşmerge, artêşa Îraqê û hevpeymaniya cîhanî de hate kirin.

Serokê herêma Kurdistanê rixmî tekez kirin li ser girîngiya berdewamiya piştîvaniya hevpeymaniya navnetewî bo Îraqê, stayîşa hevahengiya hevpeymanan bo rûbirû bûna gefên terorîstan kir û hevkariya navbera tevahiya aliyan weke kilîla bihêztir kirina asayîşa Îraqê bilêv kir.

Ji aliyê xwe ve Jeneral Leahy jî stayîşa rola herêma Kurdistanê û hêzên pêşmerge di şerê dijî terorê de kir û pêbendiya hêzên hevpeymanan bo berdewamiya piştgîtî kirin ji Îraq û herêma Kurdistanê bo parastina aramî û nehêştina gef û metirsiyên DIŞIê diyar kir.

 

Top