• Wednesday, 11 February 2026
logo

Mezlûm Ebdî li ser agirbesta bi Tirkiyeyê re peyamek belav kir

Gulan Media December 18, 2024 Nûçe
Mezlûm Ebdî li ser agirbesta bi Tirkiyeyê re peyamek belav kir

Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî got, “Em pabendbûna xwe ya bi biryara agirbesteke berfireh a li seranserî Sûriyeyê dubare dikin.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî (Kobanî) li ser hesabê xwe yê X peyamek belav kir.

Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî di peyama xwe de anî ziman:

“Em pabendbûna xwe ya bi biryara agirbesteke berfireh a li seranserî Sûriyeyê dubare dikin.

Em amade ne ku li Kobaniyê avakirina herêmeke bêçek pêşniyar bikin.”

Mezlûm Ebdî ragihand ku ew piştgiriyê didin hêzên ewlehiyê di bin çavdêriya hêzên Amerîkayê de werin bicihkirin.

Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî tekez kir ku armanca vê destpêşxeriyê çareserkirina dilgiraniyên ewlehiyê yên Tirkiyeyê û berdewamiya aramiya herêmê ye.

Top