Firokeyên ne nas bingehên mîlîşyayên Îranî li Elbukemal kirin armanc
Riwangeha Sûriya ya Mafên Mirov belavkirîye, derengahî ya şeva bûrî frokeyên ne nas embareka cibexaneyan û alavên serbazî yên mîlîşyatên ser bi îranê ve li bajarê Elbukemal kirin armanc û dengê hejmareka teqînên bihêz li wê navçeyê hatîne bihîstin.
Li gor Riwangehê di encama wê êrîşê de 8 çekdarên Heşda Şe'bî hatîne kuştin.
K24
