Almanya û welatên ewropî ji şerê Îran û Amerîkayê ditirsin
Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas ku ser bi Partiya Sosyal Demokrat e, piştî zêdebûna nakokî û aloziyên navbera Tehran û Waşingtonê, her zû pêwendî bi hevtayên xwe yên li Îran, Amerîka û Yekîtiya Ewropayê ve kir û daxwaza aramkirina rewşê kir. Heiko Maas herwiha daxwaz kir, rê li wê yekê bê girtin, ku Iraq bibe qada milmilaniya navbera Îran û Amerîkayê û ew yek bibe derfetek ji bo DAIŞê ku xwe bihêz bike.
Partiyên Almanya daxwaz dikin, hikûmeta Almanyayê rola navbeynkariyê hebe û daxwaza gotûbêjê ji herdu welatan bike.
Parlamenterê Partiya Sosyal Demokrat li Parlamentoya Federal a Almanyayê, Axel Schäfer dibêje: “Ya niha ji bo Almanya giring e ev e ku roleke wê ya aştîxwaz hebe, pabendî sozên xwe be û li gel welatên cîran ên wek Fransa û Brîtanya û Îtalya bi hev re pirsgirêkan çareser bikin. Daxuyaniya sê alî giring bû, divê em bi zelalî û aşkere bêjin, em ewropî ne, em bi berpirsyarî serederiyê li gel rewşê dikin. Em xizmetkarê Amerîkayê nînin û tenê biryarên Trump cîbicî nakin.”
Wî parlamenterê Almanyayê got: “Pêngava me ya din ev e ku roja Pêncşemê li Parlamentoya Federal em li ser vê rewşê dicivin, em dê çend mijaran gotûbêj bikin wek mînak paşeroja artêşa Almanyayê li Iraqê di çarçoveya biryara Ewropayê de, herwiha heta çi astê serbazên me li Iraqê parastî ne? Herwiha nabe em biryarek bilez bidin. Çavê hemû aliyan li ser rola Almanyayê ye, divê me rola aramkirinê hebe.”
Berpirsên hikûmeta Almanyayê, wiha dibînn ku alozbûna rewşê di berjewendiya ti aliyekê de nîne, rewşa niha wek metirsî û gef bo ser asayişa Ewropayê dibînin, lewma biryar e wezîrên derve yên welatên Yekîtiya Ewropayê îro Înê li Brukselê bicivin û rêyeke çareseriyê bibînin.
Almanya daxwaz dike, rê neyê dayîn ku di vê navberê de Iraq wêran bibe.
Berdevkê Fraksyona AFD li Komîteya Berevaniyê ya Parlamentoya Almanyayê, Rodriger Locas ji Rûdawê re diyar kir: “Li ser daxwaza fraksyona me, parlamentoya Federal dicive, piştî ku parlamentoya Iraqê biryar da ku hemû hêzên biyanî ji Iraqê derkevin, em wê biryarê û hebûna aloziyan li navçeyê wek metirsî bo ser hemû hêzên xwe dibînin, lewma me daxwaz ji wezîra berevaniyê kir ku di demeke herî nêzîk de serbazên me vegerîne Almanyayê, ev yek jî rû da û Almanyayê beşek ji hêzên xwe veguhast. Parlamentoya Almanyayê li ser daxwaza Iraqê hêz şande wî welatî, niha ev daxwaz nîne wate ev proje jî tê hilweşandin. Bi sedema bûyerên şeva bihorî jî em daxwaz dikin hemû serbazên me ji Iraqê derkevin.”
Ya Ewropa dixwaze ev e ku Îran bibe xwediyê çekên etomî, niha bi sedema aloziyên Rojhilata Navîn rêkeftina etomî ya navbera Îran û 5 welatên endamê Encûmena Asayişa Navdewletî û Almanya bi serpireştiya Yekîtiya Ewropayê di jêr metirsiyê de ye. Almanya û welatên Ewropayê dixwazin bi her awayekê be jî, ew rêkevtin neyê hilweşandin, daxwaz ji Îranê dikin ku pabendî rêkevtinê be, lê belê bixwe ji tirsa cezayên Amerîkayê nikarin sozên ku dabûne Îranê cîbicî bikin. Niha Yekîtiya Ewropayê ji bo wê pirsgirêkê li dû çaresriyekê digere.
Berpirsên Almanyayê wiha difikirin ku Trump ti hesabekê ji rewş û pêgeha wan re nake. Çêbûna aloziyê û şer û pevçûn li Rojhilata Navîn, metirsî ye bo ser Ewropa û Almanyayê, bi taybet jî metirsiya bihzbûna DAIŞê û birêketina pêleke din a koçberan ber bi Ewropayê heye.
Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel û berpirsên hikûmeta wê di heyama çend rojên bihorî de li her deriyekê didin, daku bikarin rê li aloziyan bigrin, lewma jî biryar e Merkel serdana Rûsyayê bike û daxwaz ji Putin bike, rola xwe bilîze û rê nede ku Rojhilata Navîn bibe peleke agir.
Rudaw
