PDK û YNK li Pîrmamê dicivin
Şandeya danûstankar a YNKê serdana Polîtburoya PDKê dike û dê herdu partî bicivin.
Biryare roj 17.12.2024ê demjimêr 10:00ê sibehê li Pîrmamê şandeya danûstankar a YNKê serdana polîtburoya PDKê bike û ji aliyê şandeya danûstankar a PDKê ve pêşwazî lê bê kirin û derbarê pêkanîna kabîneya 10em a hikûmetê de civîneke hevbeş pêkbînin.
Roja 20.10.2024ê helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê birêve çûn û PDKê careke din li ser asta Herêma Kurdistanê karî zêdetir ji 800 hezar deng bidest bixe û bibe yekem û 39 kursiyên Parlamentoya Kurdistanê bidest anîn.
Basnews
