Serok Barzanî pêşwazî li Dr Berhem Salih kir
Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokomarê berê yê Iraqê Dr. Berhem Salih kir.
Îro 15.12.2024 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya siyasetmedar û kesayetiyê Kurd û Serok Komarê berê yê Iraqê, birêz Dr Berhem Salih kir.
Di hevdîtinê de her du aliyan di derbarê bûyer û pêşhateyên siyasî yên dawî li Iraq û navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin û her wiha mijarên li rojeva Herêma Kurdistanê de guftûgo kirin.
Basnews
