• Wednesday, 11 February 2026
logo

Amerîka û Îran rewşê aram dikin

Gulan Media January 9, 2020 Nûçe
Amerîka û Îran rewşê aram dikin
Şêwaza êrîşa mûşekî ya Îranê bo ser binkeyên serbazî yên Amerîkayê yên li Iraqê û herwiha awayê gotara Serokê Amerîkayê ya derbarê Îranê de wiha nîşan didin, ku alzoiyên navbera Tehran û Waşingtonê ber bi kêmbûnê ve diçin.

Serokê Amerîkayê piştî êrîşa mûşekî ya Îranê, şeva bihorî bi awayekî cuda gotara xwe ya derbarê Îranê de pêşkêş kir, wî berpirsên bilind ên siyasî û serbazî yên welatê xwe berî xwe şandin pêşberî rojnamevanan û bixwe jî di deriyekî din re hate cihê gotardanê û bi zimanekî cuda ji carên berê axivî.

Donald Trump di gotara xwe de ragihand, ti serbakezî Amerîkayî zirar nedîtiye û got: “Beriya êrîşê sîstemên hişyariyê ketine dewrê û di êrîşê de ti ziyanek negihîştiye serbazên me, lê ziyana madî çêbûne.”

Trump herwiha diyar kir: “Wiha xuya dike ku Îran êdî dirûne cihê xwe, ev tiştekî başe ji bo hemû aliyên ku ji rewşê dilgiran in. Ji bo cîhanê jî tiştekî baş e. Ti Amerîkî yan Iraqiyek nehatiye kuştin, ew jî bi sedema amadebaşiya pêşwext bû.”

Trump da zanîn ku kuştina Fermandarê Supaya Quds a Îranê yê berê General Qasim Sulêymanî bi fermana wî bûye û got: “Qasim Suleymanî di kuştina gelek Amerîkiyan de berpirs bû û ew sedema nearamiya herêmê bû û diviyabû ew zûtir bihata kuştin.”

Wezîrê Derve yê Îranê, Mihemed Cewad Zerîf jî berî daxuyaniya Trump û piştî êrîşa mûşekî ya Supaya Pasdaran a li ser binkeyên serbazî yên Amerîkayê di twîttekê de gotibû, Tehran li pey zêdekirina aloziyan nîne û ew şer naxwazin.

Zerîf dabû xuyakirin, ku êrîşa mûşekî tenê wek bersivek û tolhildana kuştina Qasim Sulêymanî bûye.

Li aliyekê din, Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir jî di peyamekê de ragihand, “ya giring ev e ku ew krîza dijwar derbas bû, bi taybet piştî gotara Trump û gotara Komara Îslamî”.

Sedir herwiha daxwaz ji grûpên çekdar ên Iraqê kir, ku ti çalakiyeke serbazî nekin û kesên tundrew jî bêdeng bin.

Aloziyên navbera herdu welatan piştî wê yekê gihîştin lûtketa xwe ku artêşa Amerîkayê di êrîşeke esmanî de bi rêya firokeyeke bêfirokevan, Fermandarê Supaya Quds a Îranê Qasim Sulêymanî li Bexdayê kuşt.

Di heman êrîşê de, Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî û hejmarek berpirsên din ên leşkerî yên Îran û Iraqê jî hatin kuştin.

Roja bihorî Çarşemê jî Îranê bi 15 mûşekên balistîk, êrîşî bibkeyên serbazî yên Amerîkayê yên li Iraqê û Herêma Kurdistanê kir, lê bi gotina berpirsên Amerîkayê Iraqê û Herêma Kurdistanê, di êrîşên mûşekî yên Îranê de ti kes nehatiye kuştin.

Rudaw
Top