• Wednesday, 11 February 2026
logo

Wezîrên parastinê yên Tirkiye û Îraqê civiyan

Gulan Media December 15, 2024 Nûçe
Wezîrên parastinê yên Tirkiye û Îraqê civiyan

 Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler û Wezîrê Parastinê yê Îraqê Muhemed Seîd Riza Ebasî civiyan.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê îro Yaşar Guler û Muhemed Seîd Riza Ebasî li Enqereyê li li avahiya Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê civiyan.

Lê di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê de derbarê naveroka hevdîtinê ti agahî nehatin belavkirin.

Tenê wêneyên her du wezîran ê dema hevdîtinê ji aliyê medyaya Tirkiyeyê ve hatine belavkirin.

 

Rudaw

Top