Hewlêr û Hindistan protokoleke girîng a aborî û bazirganî îmze kirin
Cîgirê Serokê Jora Bazirganî û Pîşesaziya Hewlêrê aşkera kir, ji bo hêsankirina bo bazirgan û pêşvebirina bazirganiya di navbera herdu aliyan de, protokoleke girîng li gel Encûmena Bazirganî ya Hindistanê hat îmze kirin.
Cîgirê Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Hewlêrê Kameran Salih, ji BasNewsê re ragehand: “Di navbera Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Hewlêrê û Encumena Pêşxistina Bazirganiya Hindistanê de protokoleke lihevkirinê hat îmzekirin.”
Herwaha ragehand: “Protokol di navbera karsazên Hewlêrê û karsazên Hindistanê de ye û zêdetir ji bo hêsankirina karsazan û pêşxistina bazirganiya di navbera me û Herêma Kurdistanê û Hindistanê bi giştî ye.”
Herwaha diyar kir, “Têkiliyên aborî û bazirganî yên di navbera Hindistan û Herêma Kurdistanê de bi awayekî berçav baştir bûne, tê hêvî kirin ku ev protokola hatî îmzekirin bibe sedem ku kompanyayên Hindistanê li Kurdistanê veberhênan bikin û peywendiyan baştir bikin.”
Madan Gopal, Konsulê Giştî yê Hindistanê li Hewlêrê, hefteya borî ragihand: “Pêwendiyên bazirganî û aborî di navbera Hindistan û Herêma Kurdistanê de di asteke gelek baş de ne, Odeya Bazirganî ya Hewlêrê gelek bi hemahengî û hevkarî ligel me ye. Şîrketên welatê me li vir gelek kêfxweş in.”
Basnews
