• Wednesday, 11 February 2026
logo

Ebu Mihemed El -Colanî: Kurd beşek ji welat û Sûriyeya paşerojê ne

Gulan Media December 15, 2024 Nûçe
Ebu Mihemed El -Colanî: Kurd beşek ji welat û Sûriyeya paşerojê ne

 Serokê Tehrîr El-Şamê Ehmed El-Şera ku bi navê Ebu Mihemed El-Colanî tê naskirin dibêje, Kurd beşek ji welat in û hevparê paşeroja Sûriyeyê ne.

Ehmed El-Şera duhî 14ê Berçile di bersiva pirsên rojnamevanê Sûrî Omer Şêx Îbrahîm de got: “Kurd beşek ji welat in û wek me rastî zulmeke mezin hatine, bi rûxandina rêjîmê re dê zulma li ser wan nemîne. Di Sûriyeya pêşerojê de jî, Kurd beşeke sereke ne tê de, em ê bi hev re bijîn û her kes dê li gorî yasayê mafê xwe bidest bixe.”

Herwiha Ehmed El-Şera “Ji îro û pê ve dê zulm li Kurdan neyê kirin. Deriyekî nû û dîrokeke nû ji Sûriyeyê re hêvî dikin.”

Derbarê rewşa koçberên Efrînê de jî Ehmed El-Şera got: “Em ê hewl bidin koçberên Efrînê vegerin gund û navçeyên xwe.”

Çekdarên opozisyona Sûriyeyê bi serkêşiya Heyet Tehrîr El-Şamê roja 8ê Berçile gihîştin Şamê û dawî li desthilata Beşar Esed anîn. Piştre jî Mihemed El-Beşîr ji bo birêvebirina hikûmeta veguhêz heta serê meha Adara 2025an hat erkdarkirin.

 

Basnews

Top