Îran daxwaz ji çekdaran kiriye êrîşî ser Amerîkayê nekin
Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence duhê di preskonferansekê de diyar kir ku zaniyariyên îstîxbaratî di destê wan de hene ku Îran daxwaz ji çekdarên heşda şebî û hizbulaha Îraqê kiriye ku nabe ji niha û pê de bi ti awayî êrîşî ser hêzên Amerîkî bikin.
Pence diyar kir ku ev fermana Îranê bo çekdaran ser bi Îranê piştî kuştina Qasim Silêmanî hatiye û Îran gotiye lazime hêzên Amerîkî li Îraqê parastî bin.
