2 mûşek li nêzîkî Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê ketin
Peyamêrê K24ê da zanîn, şeva bûrî dengê 2 teqînên bihêz li navçeya Kesk a Bexdayê hatin bihîstin û zengilê agahdarkirinê jî li Balozxaneya Amerîkî hat lêdan.
Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, 2 mûşekên ji cureya “Katyoşa” li navçeya Kesek ketin, lê ziyanên canî çê nebûn.
Êrîşa ser Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê piştî wê yekê tê, şeva pêr Îranê hejmarek navendên serbazî yên Amerîka li Iraqê bi mûşekan armanc kir.
Şeva bûrî jî, Serokê Amerîka Donald Trump ragihand, ew destê aştiyê ji her aliyekî dirêj dikin, ku bixwaze aştî bicih bibe, lê rê nadin Îranê bi çalakiyên xwe yên ajawane berdewam bibe.
Trump got jî, Amerîka nexwaze mûşekên bihêz û çekê pêşketî bikar bîne.
K24
