• Wednesday, 11 February 2026
logo

Îmarat: Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser raspardeya Mesrûr Barzanî beşdarî konferansa IBBC bû

Gulan Media December 14, 2024 Nûçe
Îmarat: Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser raspardeya Mesrûr Barzanî  beşdarî konferansa IBBC bû

 Li ser raspardeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku ji Serokê Desteya veberhênan û Serokê Fermangeya Rêxistinên Nahukmî û Serpereştyarê Rêveberiya Serbixwe ya Zaxo pêk tên, gehiştin Îmaratê û li bajarê Dubayê beşdarî konfransa IBBC bûn.

Îro 12.012.2024, Fermangeya Rêxistinên Nahukmî ragehandin: “Serokê Fermangeya Rêxistinên Nahukmî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Hesen, li ser raspardeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li gel şandeke fermî ya Hikûmeta Herêma ku ji Serokê Desteya Veberhênanê Mihemed Şukrî û Serpereştiyarê Rêveberiya Serbixwe ya Zaxo Guhdar Şêxo, li bajarê Dubayê li Qraliyeta Yekbûyî Îmarata Erebî beşdarî Konfransa Encûmena Bazirganî ya Brîtanya a Navneteweyî IBBC bûn.

Herwaha hatiye diyar kirin, ku Serokê Fermangeya Rêxistinên Nahukmî, ragehandiye: “Di dema konferansê de, emê kar bikin ku peywendiyên navdewletî û hevahengiyê di navbera ofîsa me û beşdarên navdewletî yên rêxistin, kompanî û karsazên navdewletî de pêk bînin da ku bibe pirek di navbera rêxistinên me yên herêmî li Herêma Kurdistanê û beşdarên wê konferansê.”

 

Basnews

Top