Hikûmeta Herêmê 2 birgeyan li projeyasya çaksaziyê zêde dike
Sekreterê Encûmena Wezîran Amanc Rehîm di konferanseke rojnamevanî de ragihand, di civîna Encûmena Wezîran a duhî de, 2 birgeyên din yên taybet bi mûçe û çaksaziya di xaneşîneyên Herêma Kurdistanê de zêde kirin û piştre bo Parlemana Kurdistanê tên şandin.
Amanc Rehîm ragihand jî, biryar e roja Yekşema hefteya bê Parlemana Kurdistanê bicive û xwendina duyem ji projeyasaya çaksaziyê re bikin.
Diyar kir jî, birga yekem taybet e bi her mûçexwar û sûdmendekî ji budceya giştî dibe û hemû mafên wan tên parastin. Birga duyem jî taybet bi xaneşîneyan e.
Projeyasaya çaksaziyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li Parlemana Kurdistanê xwendina yekem jê re hatiye kirin û biryar e di hefteya bê de jî xwendina duyem jê re bê kirin û bikeve ber dengdanê û bê pesendkirin.
Rudaw
