Çavuşoglu “ji bo kêmkirina aloziyên navçeyê” seredana Iraqê dike
Ligor ragihandina Ajansa Fermî ya Tirkiye Anadolu Ajansi, Mewlût Çavuşoglu ji bo kêmkirina aloziya li navçeyê dê sibe seredana Bexdayê bike.
Çavuşoglu di çarçoveya seredana xwe de, dê digel berpirsên Iraqê kom bibe û bûyer û pêşhateyên dawî yên li navçeyê û aloziya di navbera Amerîka û Îranê de gengeşe bike.
Pispor diyar dikin, Tirkiye wekî navnîşana seredanê Tehran ji cihê Bexdayê hilbijartiba, dê zêdetir bi wate bû ye.
K24
