Dadgehê derbarê şewata Salona Dawetê ya Hemdaniyê de biryar da…
Dadgeha Nînowa biryar da, xwediyê salona dawetan a qeza Hemdaniye ya ser bi parêzgeha Nînowayê, ku têde bi sedan kes bûn qurbanî, 10 sal cezayê girtîgehê razê.
Li gor nivîsekî Dadgeha Nînowayê xwediyê salona dawetan a qeza Hemdaniyê Semîr Silêman bê ceza kirin, ku sala borî di dema dawetekî bûk veguhestinê ya di wê salonê de şewat derketibû û ji ber wê jî bi sedan kes bûn qurban û biryar hat dayîn ku xwediyê salonê Semîr Silêman 10 sal cezayê girtîgehê birazê.’’
Roja 26.09.2023yê karesatekî mezin pêkhat û di saloneke dawetê de şewat derket û herî kêm 113 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 200 kesan jî birîndar bûn.
Basnews
