• Wednesday, 11 February 2026
logo

Îsraîl: Me sedî 80 karînên leşkerî yên rejîmê jinav birine

Gulan Media December 11, 2024 Nûçe
Îsraîl: Me sedî 80 karînên leşkerî yên rejîmê jinav birine

320 navendên curbicur hatine wêrankirin.

Radiyoya artêşa Îsraîlê daxuyaniyeke artêşê belav kiriye û têde diyar kiriye ku, Îsraîl bi mebesta nehêştina çekên kîmiyayê yên rejîmê û herwiha bi mebesta ji nav birina çek û balefir û keştiyên cengî yên rejîma Sûriyeyê û herwiha bo ku, ev amûrên leşkerî nekevin destê hêzên çekdar, operasiyon û êrîşên xwe yên asmanî yên bo ser Sûriyeyê didomîne.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, di nava 7 rojan de Îsraîl bi beşdariya 350 balefirên cengî kariye zêdetir ji 320 navendên leşkerî, cebelxane, cerbandingehên leşkerî û teknolojîkî, keştiyên cengî û çend navendên din yên rejîma Sûriyeyê bi temamî wêran bike.

Ji aliyeke din ve Îsraîl ji bilindahiyên Golanê derbasî axa Sûriyeyê bûye û erdnigariyeke gelek zêde li Başûr û Başûrê Rojavayê heta nêzî Dîmeşqê kontrol bike.

Top