Serokwezîrê Îraqê telefûna Serok Barzanî kir
Nivîsîngeha Serokwezîrê Îraqê belav kir ku duhê bi şev Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî telefûna Serok Barzanî kiriye.
Di daxuyaniyê de hatiye diyar kirin ku di peyvendiya han de Serok Barzanî û Ebdulmehdî behsa rewş û pêşhatên dawî yên Îraq û deverê kirine û tekez li ser karên hevbeş û nîştimanî bo parastina aramiya Îraqê kirine.
