Li Mendelî mizgeftek hat teqandin
Berdevkê polîsê Diyale Nîhad Mihemed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Derengê şeva borî li bajarokê Mendeliyê mizgeftekî nû dihate çêkirin, ji aliyê hin kesên nenas ve hate teqandin.’’
Herwaha got: ‘’Ew mizgeft taze dihate çêkirin û hîn karên wê temam nebûne. Lêkolîn derbarê bûyerê de berdewam e, lê ziyanên canî çênebûye.’’
Berpirsê komîteya rêxistina Partiya Komînîst ê navçeyê Sebtî Mendelawî jî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ew teqîn cîhê nîgeraniyê ye û em daxwaz dikin lêkolîneke hûr li ser vê bûyera terorîstî bê kirin.’’
Basnews
