• Wednesday, 11 February 2026
logo

Desthilatdarên nû yên Sûriyê spasiya Serok Barzanî dikin û peyamekî ji Iraq û Herêma Kurdistanê re dişînin

Gulan Media December 10, 2024 Nûçe
Desthilatdarên nû yên Sûriyê spasiya Serok Barzanî dikin û peyamekî ji Iraq û Herêma Kurdistanê re dişînin

Lijneya danûstankar a hêzên şoreş û opozîsyona Sûriyê peyamek ji hikûmeta Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê re şandin.

Daxuyaniyê de hat gotin: ‘’Di wan demên giran de em berê xwe didin gel û Hikûmeta Iraqê, ji bo em teqez bikin ku Şoreşa Sûriyê û ew operasyona leşkerî ya ku ji aliyê dijberên hilweşandina rejîma Esed ve destpê kir, ti ziyan û pirsgirêkek ji bo Iraq a me ya xoşdivî çênake û ti ziyanê nagehîne wan, ku em wek du birayên cemik û cêwî ne ango Iraq û Sûriyê em wisa dizanin. Hevbeşekî di demên xweş û nexwaş de, herwaha hevbeşek di çarçoveya paşerojekî baştir û seqamgiriya zêdetir de.’’

Herwaha amaje bi wê yekê jî kir ku çavê wan li peywendiyekî baş û erênî de ye li gel Iraqê; ‘’Hevbeşî û berjewendiyên me, dîrokî ne û hêviyên navbera herdu welatan gelek in û nayên hejmartin. Ji bo bidestanîn û seqamgirkirina ewlehiyê û belavkirina aştiyê li hemû Rojhilata Navîn de.’’

Herwaha di peyamê de ji bo Herêma Kurdistanê jî dibêjin: ‘’Em spasiya birayên xwe dikin li Herêma Kurdistan – Iraqê û berî hemûyan jî spasiya Serok Mesûd Barzanî dikin, ku wekî pirsgirêka wî bixwe be danûstan li gel pirsa Sûriyê kir û piştevaniya xwe ji bo mafên gelê Sûriyê bandorekî mezin hebû ku nikare ji nedîtî ve bê derbas kirin.’’

Em amaje bi wê yekê dikin ku bira û malbatên me yên Sûrî ku naha li navçeyên Kurdistan a Iraqê ne bi taybet naha penaberin û ji dest tundiya rejîmê reviyane bûne mêvanên birayêb navçeyê, ew jî di saya xebatên Sûriyê de ku xelkê û zîrekiya herî zîrek û pehlewaniya şoreşê û demekî kurt de dê wegerin ser mal û bajarên xwe yên li Sûriyê, ji bo ku beşdar bikin di damezrandina seqamgiriyê û piştgiriyê li hêz û avadankirin û xweşguzeraniyê bikin.

Em daxwazê ji Hikûmeta Iraqê dikin hemû wan rastiyan bike tişta xwe ya serekî. Em bi cîdî çavê me li wê yekê ye û em demekî dîrokî re derbas dibin û li gel birayên xwe yên Iraqê em rûpelekî nû vedikin.

 

Basnews

Top