Îran: 13 sînaryo bo bersiva Amerîka bidin li ber destê me ne
Elî Şemxanî diyar kir, ji bo tolvedana ji xwîna Suleymanî re, 13 sînaryoyên bersivdana li Amerîka li ber destê Îranê ne, biçûktirîn sînaryo jî dê ji Amerîka re xewneke giran be.
Şemxanî got jî, tolvedana Tehranê ji bo kuştina Suleymanî, dê ne bi arastkirine lêdaneke tek û diyarkirî be.
Amaje bi wê da, “Hemû binkeyên Amerîka li navçeyê di bin çavdêriya ME de ne. Em dizanin jî ew di amadebaşûiyê de ne. Lê Amerîka dizane ku em dikarin wan bi mûşekên xwe yên mamnavend û dûravêj wan armanc bigirin.”
Aşkere kir jî: “19 binkeyên Amerîkî hene, ji wan 11 navendên fermandariyê ne li navçeyê û ji sînorên me yê rojava û rojhilat ve ne dûr in, ligel wê jî 8 binkeyên Amerîkî li bakur û başûrê Îranê ne.”
Şemxanî tekez kir: “Bersiva me li ser kuştina Suleymanî dê li dijî hêzên Amerîkî yên li navçeyê be.” Herwiha got: “Heger wan xwast di binkeyên xwe de bimînin, emê li hêz û binkeyên Amerîkî bidin.”
Berbanga roja 3ê Çile, li nêzîkî Firokxaneya Navdewletî ya Bexdayê her yek ji Fermandarê berê yê Feyleqa Qudisê ya ser bi Supaya Pasdarên Îranê ve Qasim Suleymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebûmehdî Mohendis ji aliyê aliyê Amerîka ve hatibûn armanckirin.
K24
