• Wednesday, 11 February 2026
logo

Nivîsîngeha Serokwezîr: Rojnameya Keyhan direwan dike

Gulan Media January 7, 2020 Nûçe
Nivîsîngeha Serokwezîr: Rojnameya Keyhan direwan dike
dibêje ev rojname direwan dike
Nivîsîngeha Serokwezîrê herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kiriye û têde behsa vê yeê kiriye ku Rojnameyeke Îranî ya bi navê Keyhan derbarê peyvendiya telefûniya navbera wezîrê derve yê Amerîkayê û Serokwezîrê Kurdistanê de, wezîrê derve yê Amerîkayê spasiya Mesrûr Barzanî kiriye ku di kuştina Qasim Silêmanî de hevkar bûye.

Em weke nivîsîngeha Serokwezîrê herêma Kurdistanê diyar dikin ku ev nûçeya han şaşe û ne raste jiber ku di peyvendiya telefûnî de Serokwezîrê herêma Kurdistanê diyar kiriye ku kuştina Qasim Silêmanî dibe sedema aloztir kirina rewşa deverê. Bi tenê behsa têkiliyên navbera Amerîka û Kurdistanê hatiye kirin.

Lewre em daxwaz ji berpirsên Rojnameya Keyhan dikin daku derbarê vê nûçeya ne rast de îzahatên pêwîst bide.
Top