Li ser gora Suleymanî 35 kesan canê xwe jidest dan
Telefizyona Îranê ragihand, bi sedema qerebalixiya li merasîma xakspartina Suleymanî, 35 kes ketin bin pêyên xelkê kom bûne û canê xwe jidest dan û 48 kesên din jî birîndar bûn.
Fermandarê berê yê Feyleqa Qudisê ya ser bi Supaya Pasdarên Îranê ve Qasim Suleymanî berbanga roja 3ê Çile li nêzîkî Firokxaneya Navdewletî ya Bexdayê ji aliyê aliyê Amerîka ve hatibûn kuştin.
K24
