• Wednesday, 11 February 2026
logo

Penaberên Rojava û Sûriyeyê dest bi ahengê kirin

Gulan Media December 9, 2024 Nûçe
Penaberên Rojava û Sûriyeyê dest bi ahengê kirin

Li Hewlêrê ahengek hate organîzekirin.

Piştî têkçûna yekcarî ya rejîma Besê ya Sûriyeyê bi Serokatiya Beşar Esed, weke xelkê nava Sûriyeyê Penaberên Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê, li Hewlêrê îro yekşem ahengeke xweşiyê lidar xistin.

Beşdarên ahengê diroşmeyên Sûriyeya demokratîk, aştî û demokrasî bo Sûriyeyê qiriyan.

Weke tê zanîn sala 2011an hijmareke zêde ji xelkê Rojavayê Kurdistanê û deverên din yên Sûriyeyê jiber rewş û şerê navxweyî yê li Sûriyeyê berê xwe dabûn Kurdistanê.

Top