• Wednesday, 11 February 2026
logo

Emerîka xwe ji Îraqê dê vekşîne

Gulan Media January 7, 2020 Nûçe
Emerîka xwe ji Îraqê dê vekşîne
Çavkanîyeke berpirs ji Supayê Emerîkayê ragehand, Supayê Emerîkayê Îraq haydar kirîye ji pêngavên xwe vekişandinê ji Îraqê.

Ewî çavkanî ragehandîye, derkevtina me ji Îraqê hêwaş û bi selametî dibe.

Amaje bi wê yekê jî kirîye, livîna firokeyên wan zêdetir dibe.

Evro Dûşembîyê, 6/1/2020, emîd Wîlyam Sîlî yê sêyem, efser di hêzên pîyade yên Emerîkayê (Marînz) fermandeya erkanên Îraqê di nivîsareka fermî de ku arasteya cêgirê fermandeya operasyonê hevpişikên Îraqê, ferîq rukin, Ebdulemîr Reşîd Yarullah kirîye, ragehandine: Wek rêzek bo serwerîya Komara Îraqê û li gor daxwazîya perlemana Îraqê û serokê wezîran, fermandeya hêzên erkên hevpişik, di dema çend roj û heftîyên dahatî de, careka din dê bihên rêkxistin û ji bo cîbicîkirina evê erkê pêwîste hêzên Hevpeyman rêkarên pêwîst bigirine ber bo desteberkirina derkevtina me ji Îraqê bi awayeka selamet.

Herweha hatîye, di evê demê de livîna firoke û hêlîkopetrên me di hindûr û derve ya dervera Kesik de li Bexdayê zêde dibe.

Di pişkeka dî de hatîye: Hêzên hevpeyamn rêkarên pêwsît digirîn ber bo kêmkirina nêgeranîya giştî, lew evê erkê di demjimêrên şevê de encam didîn.

Di dawîyê de jî hatîye: Niha em rêzê li biryara serwerîya Îraqê digirîn ku daxwaz derkevtina me kirîye.

K24
Top