• Wednesday, 11 February 2026
logo

Amerîka belefirên xwe yên metirsîdar xistiye amadebaşiyê

Gulan Media January 7, 2020 Nûçe
Amerîka belefirên xwe yên metirsîdar xistiye amadebaşiyê
6 balefirên B52 amadene
Berpirsekî wezareta berevanî ya Amerîkayê yaku bi Pentagon tê nasîn diyar kir ku Pentagon bo bersif dana her pêngaveke nexwestî ya Îranê amadebaşiyên baş kiriye.

Ev berpirs ku nexwestiye navê xwe eşkere bike diyar kiriye ku di çarçoveya amadekariyan de 6 balefirên B52 yên şerê li deriyaya Hindê ketine amadebaşiyê daku eger Îran êrîşî ser hêzên anjî navendên Amerîkî kir bikaribin bilez bersif bidin.

Weke tê zanîn piştî kuştina Qasim Silêmanî aloziyên navbera Îran û Amerîkayê kûrtir bûn û her du alî gefên lêdanê lihev û du dikin.
Top