• Wednesday, 11 February 2026
logo

Iraq daxwazê ji Encûmena Asayişê dike êrîşa Amerîka şermezar bike

Gulan Media January 7, 2020 Nûçe
Iraq daxwazê ji Encûmena Asayişê dike êrîşa Amerîka şermezar bike
Komara Iraqê daxwaz ji Encûmena Asayişa Navdewletî dike, êrîşa Amerîka li ser Firokxaneya Navdewletî ya Bexdayê şermezar bike.

Berbanga roja 3ê Çile, li nêzîkî Firokxaneya Navdewletî ya Bexdayê her yek ji Fermandarê berê yê Feyleqa Qudisê ya ser bi Supaya Pasdarên Îranê ve Qasim Suleymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebûmehdî Mohendis ji aliyê aliyê Amerîka ve hatibûn armanckirin.

Balyozê Iraqê li Netewên Yekgirtî Mihemed Behr El Ilom nameyek ji Encûmena Asayişa Navdewletî re birê kir û daxwaz jê kir, wê êrîşa Amerîka şermezar bike.

Di nameyê de hatiye, ew êrîş li ser gel û Hikûmeta Iraqê destdirêjî ye û binpêkirina aşkere ya mercên mana artêşa Amerîka li Iraqê ye.

K24
Top